Êrîşî ser navenda El Omer hate kirin

heta niha derbarê zirarên êrîşan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Mezintirîn navenda hêzên Amerîkiye li Rojavayê.

Li gor daxuyaniyeke navenda mafên mirovan ya Sûrî, piştî êrîşên dronî yên duhê bo ser hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, îro jî dîsa bi dronan êrîşî ser mezintirîn navenda hêzên Amerîkî li Rojavayê hatiye kirin.

Ev navenda han navenda El Omere ku, li parêzgeha Dêra Zorê ye.

Navenda mafên mirovan ya Sûrî diyar kiriye ku, ev êrîş di demekê de pêk hatiye ku, hêzên Amerîkî di nava perwerdehiya leşkerî de bûne.

Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve her îro li nêzî navenda leşkerî ya Dirêkê jî teqîneke mezin çê bûye û heta niha sedema teqînê jî nehatiye zanîn.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.