Êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Êrîş li Dêra Zorê pêk hatiye.

Lê gor çavkaniyên nûçeyan îro çarşem danê sibê komên çekdar yên ser bi Îranê li Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî ser navendeke hêzên Amerîkî kirine.

Jêderên nûçeyan qala vê yekê dikin ku, çekdarên Îranî weke bersifdana êrîşên Amerîkî yên şeva derbasbûyî yên bo ser çend navendên çekdarên Îranî li Îraqê, êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ya li Dêra Zorê ya bi navê Koniko kirine.

Êrîş bi rêya hajekan (mûşek) pêk hatiye û heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn şeva derbasbûyî Amerîka li Bexda û Babîlê êrîşî ser çend navendên çekdarên Îranî kiribû û gelek ji wan çekdaran hatine kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.