Artêşa Îsraîlê tedbîrên xwe li ser sînorên li gel Sûriyeyê tundtir dike

Îsraîl berdewame li ser êrîşên xwe yên bo ser Sûriyeyê.
کوردستان TV
100%

Dest bi lêdana xendeqan kiriye.

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku, bi mebesta pêşî girtin ji her cure êrîşeke muhtemel yaku, ji Sûriyeyê ve bo ser axa Îsraîlê were kirin, tedbîrên xwe yên li ser sînorên navbera Îsraîl û Sûriyeyê tunditir kiriye.

Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, li ser sînorên li gel Sûriyeyê dest bi lêdana xendeqên kûr û tecîhîzkirî bi amûrên teknolojîkî hatiye kirin.

Weke tê zanîn ku, artêşa Îsraîlê bi berdewamî êrîşî çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê dike û rê nade Îran xwe li Sûriyeyê bihêztir bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.