Fermanderekî din yê rejîma Îranê hat kuştin

Fermandarekî spaha pasdaran ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin.
کوردستان TV
100%

Li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Sûrî çend kêlî beriya niha artêşa Îsraîlê bi dronan êrîşî ser bajarê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kiriye.

Çapemeniya Sûrî qala vê yekê dike ku, di êrîşa han de xaniyek hatiye bordimankirin û herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Her di vê derbarê de Serokê navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman eşkere kiriye ku, êrîşa çend kêliyên beriya niha ya Îsraîlê bo ser hêzeke spaha pasdaran ya rejîma Îranê bûye û di encama êrîşa han de Fermanderkî mezin yê Îranê û 5 çekdarên Îranî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.