Şêwirmendê Xamneyî hatiye îdam kirin

beriya 20 rojan hatiye îdamkirin.
کوردستان TV
100%

Bi tawana sîxorî kirin bo Îsraîlê hatiye îdamkirin.

Li gor çapemeniya Farsî beriya 20 rojan dadgeha rejîma Îranê kesekî nêzî Xamneyî ku, hevdem Şêwirmendê Xamneyî jî bûye hatiye îdamkirin.

Li gor rojnameya Îranê beriya 20 rojan dadgeha şoreşê li Tehranê kesek bi navê Muhsên Serawanî yê ku, Şêwirmndê Xamneyî bûye bi hinceta sîxorî kirin bo Îsraîlê îdam kiriye.

Weke tê zanîn Mossada Îsraîlê gelek bi asanî li Îranê sîxorî dike û par jî nivîskareke Îsraîlî Berîtanî ku, li ofîsa Xamneyî demeke dirêj kar kiribû, sîxorî bo Îsraîlê kiribû lê nehatibû girtin û navê vê jî Katrîn Şekdam bû.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.