Amerîka êrîşî ser karwaneke çekdarên Îranî kir

karwan îro ji Îraqê derbasî Sûriyeyê bûye.
کوردستان TV
100%

Çend çekdar jî di encama êrîşê de hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro li Rojhilatê Dêra Zorê hêzên Amerîkî bi dron êrîşî ser karwaneke veguhastina cebelxaneya çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê kiriye.

Di encama êrîşa han de ev karwana çekdaran bi temamî hatiye jinav birin û gelek çekdar jî hatine kuştin.

Jêderên hayedar diyar kirine ku, Amerîka çavdêriya vê karwana han kiriye û karwan dema ji Îraqê derbasî Sûriyeyê dibe rastî êrîşî hêzên Amerîkî tê û tê jinavbirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.