Îran: Amerîka û Îsraîl tawanbarin

Amerîka jî dibêje ti têkiliyeke me bi wan teqînan re tuneye.
کوردستان TV
100%

Dibêje destê wan di teqînan de heye.

Rayedarekî Îranî derbarê teqînên duhê yên li bajarê Kirmanê peyamek belav kiriye.

Şêwirmendê Serokkomarê Îranê Mihemed Cemşîdî di peyamekê de ku, li ser X belav kiriye nivîsandiye; Her çend Amerîka û Îsraîl dibêjin ti têkiliyeke wan bi teqînan re tuneye lê Îran di vê baweriyê deye ku, destê Amerîka û Îsraîlê li pişt wan teqînan de heye.

Ev di demeke deye ku, Amerîka ragihandiye ku, ti têkiliyeke wan bi teqînan re tuneye û ti belgeyek jî di destê wan de nîne ku, îsbat bike destê Îsraîlê di teqînan de heye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.