Li Îranê du teqîn çê bûn

rayedarên Îranî jî dibêjin hîn jî sedema teqînan nediyare.
کوردستان TV
100%

herî kêm 20 kes hatine kuştin.

Li gor jêderên çapemeniyê kêliyek beriya niha li bajarê Kirmanê ya Îranê du teqînên gelek mezin çê bûne.

Çapemeniya Îranî diyar kiriye ku, ev her du teqîn li nêzî gora Qasim Silêmanî çê bûne û teqîn di dema merasîma bîranîna Qasim Silêmanî de çê bûne.

li gor zaniyariyên destpêkê di encama teqînê de herî kêm 20 kes hatine kuştin û zêdetir ji 30 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve ajansa îrna ya Îranî jî li ser zarê rayedarên Îranî belav kiriye ku, raste teqîn çê bûne lê hîn jî nayê zanîn ka gelo ev teqîn terorîstîne anjî jiber sedemên din çê bûne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.