Îsraîl li Dîmeşqê da

çend navendên leşkerî hatine armanckirin.
کوردستان TV
100%

Çend navendên leşkerî hatine bordimankirin.

Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî artêşa Îsraîlê bi rêya mûşekan êrîşî ser Dîmeşq û derdorê Dîmeşqê kiriye.

Zaniyarî qala vê yekê dikin ku, artêşa Îsraîlê çend navendên leşkerî yên komên çekdar kiriye armanc û di encam de ev navendên han hatine wêrankirin.

Çapemeniya Sûrî jî belav kiriye ku, artêşa Îsraîlê çend mûşek avêtiye derdorê Dîmeşqê û ti zirareke wan êrîşan jî nebûye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.