Îsmaîl Qaanî jî gef li Amerîkayê dike

Serokê Amerîkayê jî fermana bersifdayîna dijwar daye hêzên Amerîkî.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê eniya berxwedanê bersifeke cuda bide.

Fermandarê spaha Qudis ya Îranî Îsmaîl Qaanî derbarê êrîşên vê dawiyê yên Amerîkayê yên bo ser komên çekdar yên ser bi Îranê gef li Amerîkayê dike û dibêje haya we ji xwe hebe.

Îsmaîl Qaanî diyar kiriye ku, eger liv û tevgerên ehmeqane yên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê berdewam bin bila Amerîka baş bizanibe ku, vê hêzên eniya berxwedanê bersifeke cuda û dijwar bidin Amerîkayê.

Weke tê zanîn êrîşên komên çekdar yên Îranî bo ser hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê didomin û Serokê Amerîkayê jî fermana bersifdayîna dijwar ya wan êrîşan daye hêzên Amerîkî.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.