Sûriye: Me 8 dron xistine erdê

dibêje xwestine êrîşî ser hêzên rejîmê bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje yê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê bûne.

Rejîma Sûriyeyê ragihand ku, duhê danê êvarê sîstema berevanî ya asmanî ya Sûrî kariye 8 dronên cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yên li Îdlibê xistiye erdê.

Çapemeniya Sûrî li ser zarê rayedarên artêşa vê welatî belav kiriye ku, duhê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li Îdlibê xwestine bi dronan êrîşî ser hêzên rejîmê li Heleb û Dîmeşqê bikin lê sîstema berevanî ya Sûrî kariye 8 dronên wan cîhadiyan bixe erdê.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.