Îran gef li Îsraîlê dike

dibêje di demeke goncaw de bersifa êrîşê didin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl duhê berpirseke mezin ya Îranî kuştiye.

Piştî kuştina rayedarê leşkerî y ê Îranî Seyid Reza Mûsevî ji aliyê Îsraîlê li Sûriyeyê, rejîma Îranê jî daxuyanî da.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî gef li Îsraîlê kir û ragihand ku, Îran li hember wan êrîşan bêdeng nabe û di dem û cîhê goncaw de bersifeke dijwar dide wan kiriyarên Îsraîlê.

Weke tê zanîn duhê artêşa Îsraîlê li Dîmeşqê êrîşî ser mala rayedarê leşkerî yê Îranê li Sûriyeyê kiribû û wî kuştibû.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.