Rayedarekî Îranî li Sûriyeyê hate kuştin

di nava mala xwe de li taxa Zeynebiyeyê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Bi sê mûşekan êrîşî ser mala wî hatiye kirin.

Duhê artêşa Îsraîlê êrîşî ser Sûriyeyê kir û di çarçoveya vê êrîşa han de mala rayedarekî leşkerî yê Îranî bi navê Seyid Reza Mûsevî ya li taxa Zeynebiye ya Dîmeşqê jî hatiye bordimankirin.

Artêşa Îsraîlê bi sê mûşekan ev êrîş pêk aniye û di encama êrîşa han de ev rayedarê Îranî hatiye kuştin.

Balyozxaneya rejîma Îranê ya li Dîmeşqê jî ragihandiye ku, Seyid Reza Mûsevî piştî ji ofîsa xwe ya li balyozxaneyê derketiye çûye mala xwe û dema nav mala xwe de bûye êrîş pêk hatiye.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.