Mezlûm Ebdî: Tirkiye tawanên cengî dike

dibêje Tirkiye kêşeyên navxweyî yên xwe dişîne derve.
کوردستان TV
100%

Dibêje dixwaze rewşa deverê têk bibe.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya demokratîk ( HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûr û Rojholatê Sûriyeyê ( Rojava) ragihand ku, Tirkiye kêşeyên navxweyî yên xwe çareser nake û dixwaze ev kêşeyên han bixe nava welat û deverên din.

Ebdî diyar kiriye ku, şerê navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê ti têkiliyeke xwe bi wan re tuneye lê Tirkiye jiber ku, dixwaze rewşa deverê têk bibe û xelkê me yê li deverê aware bike bi zanebûn êrîşî ser devera me dike.

Ebdî diyar kiriye ku, Tirkiye bi êrîş kirine ser jêrxana deverê dixwaze jiyanê li xelkê deverê zehmet bike daku, xelkê deverê neçar be ji deverê koç bike û ev yek jî tawaneke dijî mirovatî û tawaneke cengiye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.