Artêşa Îsraîlê çend navendên artêşa Sûrî bordiman kir

heta niha artêşa Sûrî ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Li Colanê êrîşî ser Îsraîlê hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê li X belav kir ku, duhê bişev ji aliyê Colanê ve bi mûşekan êrîşî ser Îsraîlê hatiye kirin lê mûşek di çolekê de ketine erdê û ti zirareke wan nebûye.

Artêaş Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku, weke bersifdana êrîşa han, hêzên me êrîşî ser artêşa Sûriyeyê kiriye û çend navendên artêşa Sûrî bordiman kiriye.

Heta niha Sûriye û artêşa Sûrî di vê derbarê de ti daxuyanî nedane û beriya du rojan Îsraîl dîsa êrîşî ser derdorê Dîmeşqê kiribû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.