Îsraîl çend navendên leşkerî li Dîmeşqê bordiman kir

navendên komên çekdar yên ser bi rejîma Îranê hatine wêrankirin.
کوردستان TV
100%

Bi mûşekan li wan navendan daye.

Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe li medyaya sosiyal belav kiriye ku, îşev ji aliyê Colanê ve bi mûşekan êrîşî ser çend navendên leşkerî li Dîmeşq û derdorê kiriye.

Artîşa Îsraîlê eşkere kiriye ku, di encama êrîşa han de çend navendên leşkerî yên komên çekdar yên ser bi Îranê hatine wêrankirin.

Ji aliyê xwe ve kanala exbariye ya Sûrî jî belav kiriye ku, sîstema berevanî ya Sûrî kariye çend ji wan mûşekan pûç bike û bixe erdê.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.