Amerîka êrîşî ser komên çekdar yên Îranî kir

Amerîka êrîşî ser çend navendên leşkerî yên çekdarên Îranî kiriye.
کوردستان TV
100%

Îro êrîşî ser navenda leşkerî ya Şadadî kiribûn.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku, piştî êrîşa îro pêncşem bo ser navenda leşkerî ya Şedadî ya li Hesekê, yaku, piştî êrîşî ser Tenef û Konîco pêk hatiye, hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî jî bersifa êrîşê dane.

SOHR di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî bihevre bersifa êrîşan dane û êrîşî ser çend navendên leşkerî yên komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê kiriye lê heta niha zirarên vê êrîşê nehatine zanîn.

Ji aliyeke din ve duhê jî wezîrê derve yê Amerîkayê huşdariyeke tund dabû Serokwezîrê Îraqê û gotibû ji niha û pêde bo parastina hêzên û nuneratiyên dîplomatîkî yên xwe tişta pêwîst be dikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.