YE dorpêçên nû xiste ser Îranê

dibêje rejîma Îranê berdewame li ser piştîvanî kirina Rûsyeyê.
کوردستان TV
100%

Ewrûpa Îran bi piştîvanî kirina Rûsyeyê tawanbar dike.

Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku, rejîma Îranê berdewame li ser piştîvanî kirina Rûsyeyê li dijî Ukraynayê.

Di daxuyaniya YE de hatiye eşkere kirin ku, YE biryar daye jiber piştîvaniyên Îranê yên bo Rûsyeyê 6 rayedarên rejîma Îranê û 5 dezgehên fermî yên rejîma Îranê ceza bike û dorpêçên bû bixe ser wan.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, vê darayiyên wan her 6 rayedar û 5 dezgehên rejîma Îranê yên li Ewrûpayê werin blokekirin û her cure danûstaneke bazirganî jî li gel wan were qedexekirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.