Sedema hilweşandina serdana Reîsî bo Enqereyê eşkere bû

Îran dixwaze Tirkiye bazirganî li gel Îsraîlê neke.
کوردستان TV
100%

Duhê serdana Serokkomarê Îranê bo Tirkiyeyê hatibû hilweşandin.

Piştî peywendiya telefûnî ya di navbera Serokkomarên Îran û Tirkiyeyê de yaku, şeva duşemê hatibû kirin, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan diyar kir ku, vê roja sêşemê Serokkomarê Îranê serdana Enqereyê bike lê duhê sêşem ji nîşkave hate ragihandin ku, ev serdana Îbrahîm Reîsî hatiye hilweşandin.

Di vê derbarê de rojnameya Şerq Elewset li ser zarê rayedarên Îranî ku, nexwestine navê wan were eşkere kirin belav kiriye ku, sedema hilweşandina serdana han eve daku, Îran Tirkiye neçar bike li hember Îsraîlê dest bi pêngavên piratîkî bike û dev ji bazirganî kirin li gel Îsraîlê berde.

Her duhê nivîsîngeha Rêberê şoreşa Îranê jî lîsteya çend welatên ku, li gel Îsraîlê bazirganî dikin belav kiribû û di vê lîsteya han de Tirkiye weke 5mîn welat hatibû nîşandan.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.