Îran êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kir

heta niha Îsraîl ti daxuyanî li ser vê mijarê nedaye.
کوردستان TV
100%

Êrîş li oqiyanûsa Hind pêk hatiye.

Rayedarekî leşkerî ya Amerîkayê îro şemî ji ajansa The Associated Press ragihand ku, duhê li oqiyanûsa Hind keştiyeke karsazekî Îsraîlî rastî êrîşeke bidronên întîharî hatiye.

Ev rayedarên Amerîkî ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ji Associated Press re gotiye ku, keştiya han yaku, alaya Malta li ser hebûye, yê karsaz û zengînekî Îsraîlî bûye û li oqiyanûsê Hindê ji aliyê dronên întîharî yên Îranê yên bernas bi Şahêd 136 ve hatiye armanckirin.

Derbarê êrîşê de heta niha Îsraîl jî ti daxuyanî nedaye.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî çekdarên Husî yên li Yemenê bi piştîvaniya Îranê dest danîbûn ser keştiyeke din y ên welatiyekî Îsraîlî.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.