Akademîsiyenê navdar yê Îranî huşdarî dide rejîma vê welatî

dibêje Îran nikare li hember êrîşên hevbeş yên Amerîk û Îsraîlê xwe bigire.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Îranê berd li ser berd namîne.

Akademîsiyenê navdar yê Îranê Dr, Sadiq Zîbakelam derbarê şerê navbera Hemas û Îsraîlê û gefên Îranê li Îsraîlê hate deng û huşdarî da rejîma Îranê.

Dr, Sadiq Zîbakelam ji rejîma Îraqê re dibêje aqil be, li hember Îsraîl û Îranê nikarî gavek bavêjî.

Zîbakelam diyar kiriye ku, niha li Îranê eniyek heye hewl dide Îran beşdarî şerê dijî Îsraîlê bike, temam başe, feriz bikin Îran bi sedan mûşek avête Îsraîlê, vê piraniya wan mûşekan werin pûçkirin û hijmareke gelek kêm vê di nava bajarên Îsraîlê de bikevin erdê û memikune bi hezaran welatiyên Îsraîlî werin kuştin, lê pişt re çi dibe? Ha mimkune êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn jî bikin û çend leşkerên Amerîkî bikujin û çend balefir bixin erdê gelo pişt re çi dibe?

Nav hatî dibêje vê Îsraîl û Amerîka ku, dibijin naxwazin rejîmê hilweşînin, êrîşî ser Îranê dikin bêyî ku, yek leşkerê wan jî bikeve nava axa Îranê, gelo Îran çiqas dikare li hember wan êrîşan xwe bigire, vê berd li ser berd nemîne û dawî bi rejîm û Îranê jî were, lewre lazime rejîma aqil be û şaştiyeke wisa neke.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.