Ukrayna û Ermenistan li ser Îraqê reqabeta hev dikin

ev meydana han girîngtirîn meydana gazî ya Îraqê ye.
کوردستان TV
100%

Dixwazin di meydana gazî ya Îraqê de kar bikin.

Endamê komîteya petrol û gazê li parlementoya Îraqê Elî Meşkûr ragihandiye ku, kompaniyên Ukraynî û Ermenistanî bo kar kirin li meydanên gazî yên Îraqê de reqabeta hev dikin û dixwazin di warê hêlbirîna gazê de Îraqê de kar bikin.

Meşkûr eşkere kiriye ku, di şûna kompaniya Kogaz de niha du kompaniyên Ukraynî û Ermenistanî bo kar kirin li meydana gazî ya Ekaz reqabeta hev dikin û hewl didin li gel Îraqê li ser vê mijarê rêkeftin îmze bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku, eger dest bi kar kirin li meydana gazî ya Ekaz were kirin vê demê pêdiviyên Îraqê bi gaza derve bo hêlbirîna elektirîkê namîne.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.