Îraq û kompaniya Total rêkeftineke girîng îmze kirin

buhayê rêkeftina îmzekirî 27 miliyar dolare.
کوردستان TV
100%

Îmze kirina vê rêkeftinê du salan paş ketiye.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê li Bexdayê piştî du salan di navbera kompaniya Total enerjî ya Frensî û wezareta petrolê ya Îraqê de rêkeftineke girîng hatiye îmzekirin.

Li gor rêkeftina han ku, buhayê vê 27 miliyar dolare, vê kompaniya total li Îraqê di warê petrol, gaz û enerjiyê de li Îraqê çend projeyên girîng û mezin cîhbicîh bike.

Yekem merheleya vê rêkeftinê sala 2021an bi buhayê 10 miliyar dolaran hatibû îmzekirin û biryare Franse bo 25 salan li başûrê Îraqê di warê petrol û gazê de çend proje cîhbicîh bike.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.