Îraq sê xetên nû yên petrolê ava dike

ev her sê borî bo Siûdiye, Sûriye û Urdinê dibin.
کوردستان TV
100%

Yek ji wan di Sûriyeyê re derbas dibe.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Ferhad Eladîn ragihand ku, hikûmeta Îraqê rixmî hewldan bo bikar anîna gaza xwezayî û kêm kirina şewitandina gaza han li ser rafîneyan, dixwaze sê boriyên nû yên petrolê çalak bike.

Ferhad Eladîn diyar kiriye ku, danûstandinên Îraq û Siûdiyeyê li ser çalak kirina boriya petrola Îraq û Siûdiyeyê yaku, salên 1970 hatiye rakêşan gehêştine encam û niha li gel Urdin û Sûriyeyê jî danûstan hene bo rakêşana boriya petrolê bo bendere Eqebe li Urdin û Laziqiye li Sûriyeyê.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.