Welatên G7 huşdariya dawî dan Rûsyeyê

dibêjên eger Rûsye Ukrayna dagîr bike vê demê rastî dorpêçên gelek dijwar dibe.
کوردستان TV
100%

 

Duhê wezîrên darayî yên wan welatan civiya bûn.

Duhê wezîrên darayî yên welatên endam di koma G7 de ( welatên xwedan abûriya here pêşkeftî) derbarê qirîza Ukraynayê de civiyan.

Di civînê de piştî nîqaşên gerim û tun, biryara weşandina daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniya hevpar de hatiye eşkere kirin ku eger Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike û vê welatî dagîr bike, vê demê welatên G7 dorpêçên gelek dijwar yên abûrî yên ku encamên gelek tund bixwe re bînin li ser Rûsyeyê disepînin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.