iPhonea ku bi pîla tavê dixebite dîzayn kir in

bi tavê kar dike û pêdivî bi elektirîkê tuneye
کوردستان TV
100%

Şîrketa hilberînera aksesuwaran a rûsî 'Caviar' iPhone Xa ku bi pîla tavê dixebite dîzayn kir û telefona ewil dê ji Elon Musk re bê şandin.

Li gor ragihandina Businessinsiderê, Şîrketa hilberînera aksesuwaran a rûsî 'Caviar' iPhonea herî biha dîzayn kir. Telefona ku bi navê 'iPhone X Tesla' hat bi navkirin, bi bihayê 4 hezar dolarî ve dê bê firotin.

'İphone X Tesla'ya ku xwedî pîla tavê ye di qutiya xwe ya textîn de dê bê mûhafezekirin. Bi vî awayî telefon dê bi enerjiya tavê ve şarj bibe. Herwiha şîrketê eşkere kir ji xeynî enerjiya tavê dê bi şewqa zêde jî bikaribe şarj bibe.

Bihayê Iphone X Tesla ya 64 GB bi 4.060 dolarî, ya 256 GB bi 4.847 dolarî dê bên firotin.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.