Şandeke aborî û dîplomatîk ya Îranê tê Kurdistanê

şanda Îranî beşdariya forma abûrî li Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

Şandeke aborî û dîplomatîk ya Îranê, ji bo ku tevlî forumeke aborî bibe, serdana Herêma Kurdistanê dike.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di daxuyaniyekê de diyar kir ku odeyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê dê konferansekê li ser rewşa aborî ya Kurdistanê li dar bixin. Konferans dê du rojan bidome.

Newzad Hadî her wiha got, şandeke aborî û dîplomatîk ya Îranê jî dê tevlî wê foruma aborî bibe. Beşek ji waê şandê gihîştiye Kurdistanê beşa din jî dê sibê bigihê Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û wezîrên pêwendîdar yên Kurdistanê her wiha wezîrê bazirganî yê Îranê, cîgirê wezîrê derve bo karên aborî yê Îranê, parêzgarên Tehran, Ormiye, Sine, Kirmaşan, Tewrêz û komek dîplomatên Îranî dê beşdarî civînê bibin.

Newzad Hadî anî ziman ku qesta wan ji pêkanîna wê konferansê, xurtkirina pêwendiyên aborî yên Îran û Herêma Kurdistanê ye.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.