Modelek iPhone ku nayê xeyalkirin derdikeve piyasayê

kompaniya Apple berhemeke nû amade kir
کوردستان TV
100%

Li gor raporta fîrmayek Wall Streetê Apple xwe amade dike, modelek iPhone ku nayê xeyalkirin di sala 2020an de derbixe piyasayê. Di raportê de hat eşkerekirin ku iPhone di versiyona 2018an de guherînek mezin pêk nayne, lê ji bo modelek ku ditewe xebatan dimeşîne.

Li gor raporta Bank of America Merrill Lynchê ve hat amadekirin, Apple di sala 2020an de modelek iPhone ku li hev ditewe wê derbixe piyasayê. Li gor raportê iPhone di versiyona 2018an de guherînek mezin pêk nayne, lê ji bo modelek ku di tewe xebatan dimeşîne.

Di nûçeya CNBCyê de hat eşkerekirin ku Apple piştî hevdîtinên bi tedarîkvanên xwe yên Asyayê re ev nodel derxistiye pêş. Her wiha dihat payin ku piştî telefonên bi aqil wê cîhazên ditewin di piyasayê de cihê xwe bigrin. Lenovo û Samsung cîhazên xwe yên ku ditewin bi bikarhênerên xwe re dabû nasîn û hin şîrketan patenta wê jî bidest xistin lê heta niha wek cîhazekê derneketibû piyasayê.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.