Rosneftê 2.1 milyar dolar da Kurdistanê

karê Rosneftê li Kurdistanê didome
کوردستان TV
100%

Kompaniya Petrolê ya Rûsî Rosneft ragihand ku di çarçova rêkeftina li gel Herêma Kurdistanê wan 2.1 milyar dolar pere daye Kurdistanê.

Rosneftê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku di 2017an de wan 2.1 milyar dolar pere dane Herêma Kurdistanê. Hat ragihandin ku ev yek di çarçova peymana petrolê ya li gel Herêma Kurdistanê pêk hatiye.

Rosneftê berî niha ragihandibû ku wan û hikûmeta Kurdistanê li hev kirine ku li 5 blokan lêgerîne petrolê destpê bik. Rosneftj ji bo ku petrol ji Herêma Kurdistanê bikire jî rêkeftinek pêkanîbû lêbelê hikûmeta navendî ya Iraqê ew rêkeftin nas nekiribûn.

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê di cotmeha 2017an de ragihandibû, Iraqê ji bo îhaleya 9 qadên petrolê kompaniyên rûsî jî vexwendine.

Kompaniya Rosneft piştî ku 25ê Îlona 2017an referandûma serxwebûnê pêk hat û Iraq, Tirkiye û Îranê dest bi ambargo û mûeyîdeyan kir li ser Kurdistanê, biryar da ku ew pabendî wan rêkeftinên li gel Kurdistanê ye û betal nake.

Di navbera Hikûmet Kurdistanê û Rosneftê de Hezîrana 2017an peyman hatibû îmzekirin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.