Hejmara girtiyên di hepsên Îranê de hatine kuştin gihişt 9 kesan

kuştina girtiyan li Îranê didome
کوردستان TV
100%

Li gorî agahiyên ji aliyê dezgehên sivîl ve têne belavkirin hejmara girtiyên ku zêdetirên wan xwepêşandarên demên dawî ne û di girtîgehê de hatine kuştin gihîştiye 9 kesan.

Herî dawî agahî hat ragihandin ku girtiyek din ku di xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê de hatibû desteserkirin di îşkenceyê de hatiye kuştin.

Grûba ‘Komîteya Azadî ji Girtiyên Siyasî re' di nûçeya xwe de ragihand ku xwepêşandarekî din bi navê Mihemed Nesîrî ku li Girtîgeha Zencanê bû ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin. Li gor komîteyê Rêvebiriya Girtîgeha Zencanê li malbata Nesîrî geriyaye û ji wan re gotiye: "Mihemed Nesîrî xwe kuştiye."

Hêjayî gotinê ye ku rêvebiriya girtîgehê berê jî ji bo xwepêşandêrên ku bi şkenceyê hatibûn kuştin heman agahî dabû.

Beriya niha eyamekê Sîna Qenberî (23) di hepsa Evîn a Tehranê de tevli , 2 xwepêşandarên din hatibûn kuştin. Her wiha li  hepsa Erakê Mihmed Haydarî (22), li Dezfûl a li Ehwazê Mohsen Edelî (26), li ya Sinê Saro Qehremanî, Kiyanûş Zendî (24) û li ya Çalûsê jî Elî Pûladî (26) bi şkenceyê hatibûn kuştin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.