Roketa ku Amerikayê avêt fezayê winda bû

wendabûna rokêtê bûye sedema zirarên mezin yên madî
کوردستان TV
100%

Roketa Amerîkayê ya bi navê Zuma duhê ji Florîdayê ji navenda SpaceX hat avêtin. Piştê avêtinê roket li esûman winda bû.

Gorê nûçeya rojnameya The Wall Street Journalê duhê li Florîdaji navendeke leşkerî roketek bi navê Zuma Falcon 9 bi awayek dizî ber bi fezayê ve hat avêtin. Roketa ku di aliyê barê wê de tu agahî nehatibû dayîn, piştê demeke kurt winda bû.

 Hat ragihandin ku ev windabûna roketê bûye sedema zerarek bi milyar dolaran. Hat îdiakirin ku Falcon 9 ji bo wezifeyek leşkerî hatibû amadekirin.

Ji ber vê jî him di derbarê kordînatên wê de hem jî di derbarê barê wê de tu agahî nehatibû dayîn. Sedema windabûna roketê ne dîyar lê gor texmînên berpirsan, roket cardin li dunyayê vegeriyaye û ji hev belav bûye.

Şerîketa SpaceX ragihand ku ev bûyer bi mîlyar dolaran zirar daye wan. 

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.