Alozî û xwepêşandanên Îranê bê rawestan didomin

xwepêşandan didomin û rejîm jî gefan dike
کوردستان TV
100%

Li Îranê xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê berdewam dikin. Tê ragihandin ku li kolanên Tehranê jî dirûşmên ‘mirin ji bo Xamney’ tên gotin.

Li Îranê ev zêdetirî hefteyekê ye li dijî rejîma Îranê xelkê sivîl serî hildaye û xwepêaşndanên mezin pêk tên. Herçiqas berpirsên Îranê ragihînin ku wan rewş kontrpl kiriye jî, li gor agahiyên ku opozîsyona Îranê û çavkaniyên li herêmê belav dikin, xwepêşandan hê jî berdewam dikin û dirûşmên ‘mirin ji bo Xamney’ bilind dibin.

Rejîma Îranê jî li dijî xwepêşandanên xelkê sivîl milîs û alîgirên xwe li kolanên bajarên Îranê belav dike û xwepêşandanên piştgiriya rejşmê bi wan dide kirin.

Li Îranê têketina înternet û medya civakî ji aliyê rejîmê ve hatiye qedexekirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.