Petrola berent ji 68 dolarî derbas bû

buhayê petrolê vê bilindtir bibe
کوردستان TV
100%

Navenda Nûçeyan - Bihayê bermîla pêtrola brent ji ber bûyerên ku li Îranê diqewimîn û biryara Rêxistina Welatên Pêtrolê Hinarde Dikin (OPEC) ya ji bo kêmderxistina pêtrolê gihîşte 68,11 dolarî.

Duh bermîla petrola Brentê bi 66,51 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 67,92 dolarî.

Îro danê sibê jî bi 67,85 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.25an pê ve ji sedî 0,38 zêde bû û derkete 68,11 dolarî.

Di heman demê de li Teksasa Rojava bermîla petrola xam bi 62,12 dolarî hat firotin.

Pispor dibêjin ji ber bûyerên ku li Îranê diqewimîn û biryara kêmderxistina pêtrolê ya OPECê ya di pêşîkêşiya Rûsyayê de bihayê pêtrolê zêde dibe, daneyên aboriyê yên ku ji Amerîka, Almanya û Japonyayê hatin jî rewşeke erênî li ser bihayê pêtrolê çêkirin û biha dîsa zêde bû.

Bi vî awayî ji 13ê Gulana 2015an vir ve bihayê warêla pêtrola brent derkete asta herî zêde.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.