Artêşa Îranê: Eger lazim be emê amadene ku mudaxale bikin

artêşa Îranê gefan li xwepêşanderan dike
کوردستان TV
100%

 

Serleşkerê artêşa Îranê Musavî anî ziman ku xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qedandin lê eger ku lizûm bike hêzên artêşê jî amadene ku mudaxeleyê bikin.

Piştê pasdarên Îranê artêşa Îranê jî îdia kir ku xwepêşandan qediyane.  Serleşkerê artêşa Musavî anî ziman ku xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qedandin lê eger ku lizûm bike hêzên artêşê jî amadene ku mudaxeleyê bikin.

Ev hefteyeke ku xwepêşandanên li Îranê didomin. Duhê serleşkerê giştî yê pasdaran Elî Ceferî îfadeya “fitne qediya” bi kar anî. Îro jî serleşkerê artêşa Îranê Abdulrahîm Musavî anî ziman ku hêzên me yên ewlehiyê û polêsan xwepêşandana dan sekinandin lê eger ku lizûm bike artêşa Îranê jî wê mudaxele bike

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.