Her ku diçe xwepîşandanên dijî rejîma Îranê zêdetir dibin

kuştî û birîndar ji hêzên ewlekarî û xwepîşanderan hene
کوردستان TV
100%

Xwepîşandan di nava bajarên mezin de dom dikin û pevçûn jî diqewmin.

Doh Şemiyê paytexta Îranê Tehran rastî pêleka nû ya xwepîşandanên ne pilankirî yên dijî hikûmetê hat, vê carê xwendekarên zanîngehê bi durişmên dijî hikûmetê derketin kolanê, piştî çend demjimêran ji rêveçûna alîgirên hikûmetê.

Ev xwepîşandanên dawiyê ew yên herî mezinin li Îranê piştî xwepêşandanên hilbijartên sala 2009an ku cihê nakokiyê bûn.

Xwepêşandanên Tehranê tilfizyona dewletê neçar kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û lê mukur bê ku wê li ser biryara berpirsên ewlekariyê tiştek di vê derbarê de ranegihandibû.

Çapemeniya fermî ya rejîma Îranê dibêje grûpên dijî şoreşê û medya biyanî berdewamin di hewlên xwe yên organîzekirî de ji bo bikaranîna ne durust a kêşeyên abûrî yên xelkê û daxwazên wan ên rewa, da ku derfetekê dabîn bikin ji bo komkirinên ne rewa û duristkirina bêserûberiyê.”

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.