Îran hewl dide binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê ava bike

ew çend sale Îran pey çiyayê Şingalê ketiye
کوردستان TV
100%

 

Rojnameyek Amerîkî nivîsandiye ku Îran hewl dide binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê ava bike.

Rojnameya Amerîkî ya The Algemeniener di raportekê de ragehand, ku kontrol kirina çiyayê Şingalê ji aliyê Îranê ve metirsiyeke mezin li ser asayîşa Îsraîlê ava dike.

Herwaha amaje bi vê yekê jî dike ku milîsên heşdî şeibî yên ser bi Îranê dest li ser Şingalê de girtine û hewla ava kirina binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê didin.

Herwaha rojname amaje bi vê yekê jî dike ku Îran zêdetirî 10 sale hewl dide dest li ser wê navçeya çiyayî de bigre dide, ku ber bi bakûrê rojavayê Iraqê ve dirêj dibe û heta digehe rojhilatê Sûriyê ango başûr û rojavayê Kurdistanê.

Terorîstên DIŞIê di sala 2014ê de Şingal dagir kirin û sala piştî wê hêzên Pêşmerge karîn DIŞIê li wan navçeyan derbixin. Lê piştre milîsên şîe yên ser bi Îranê êrîş kirin ser wan navçeyên ku hatibûn azad kirin û 16ê cotmehê de dagir kirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.