Kurdistan: Lazim e petrola Kurdistanê bi hevbeşî were derxistin û firotin

Kurdistan bersifa Bexdayê da
کوردستان TV
100%

 

Wezareta Samanên xwezayî ya Kurdistanê bersiva Bexdayê da û got: Lazim e petrola Kurdistanê bi şirîkatî were derxistin û firotin

Wezareta Samanên xwezayî  ya Herêma Kurdistanê bersiva serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser petrol û û mûçeya karmendên Kurdistanê da.

Wezareta Samanên xwezayî li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotiye dê mûçeyê karmendan bide, lê niha hejmara mûçexorên Herêma Kurdistanê dipirse. Hejmara mûçexoran hatiye ragihandin, gelo amade ye mûçeyê wan bide!?

Li ser daxwaza Bexdayê ji bo zeftkirina petrola Herêma Kurdistanê jî, Wezareta Samanên Sirûştî ragihandiye, di Destûr û qanûna Iraqê de nehatiye gotin ku divê petrola welêt tenê di destê navendê de be ji ber wê jî divê Herêma Kurdistanê û Iraq, petrola Kurdistanê bi şirîkatî derxin û bifroşin.

Hikûmeta Iraqê dibêje, eger Herêma Kurdistanê dahata tevahiya deriyên sînorî û petrola Kurdistanê teslîmî Bexdayê bike wê çaxê ew amade ye mûçeyê karmendên Kurdistanê bide. Lê li gorî Bexdayê, hejmara mûçexorên Kurdistanê gelekî zêde ye lewma ew dikarin tenê mûçeyê nîvê wan bidin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.