12 tankerên benzîna xirab ji Îranê re hatin vegerandin

Îran berdewame li ser şandina tiştên xirab bo Kurdistanê
کوردستان TV
100%

 

Îran berdewame li şandina benzîna xirab bo Kurdistanê

Li deriya sînorî ya navnetewî ya Başmaxê 12 tankerên benzîna xirab ji ber di kontrolan de xirab derketin paş de ji Îranê re hatin şandin.

li gor daxuyaniyek xala sînor a navnetewî ya Başmaxê  piştî vê heftiyê hejmarek tankerên Îranê ku benzîn anîbûn Başmaxê û dixwastin derbasî vî alî bikin û bînin herêma Kurdistanê, piştî ji aliyê tîmên ceribandin û kontrolê yên saman û sirûştî ve nimûne ji wê benzînê hatin vergirtin ji kontrolan de xirab derketin.’’

Herwaha hat gotin ku ji ber ew 12 tankera benzîna xirab ji kontrolan derneketin, ji bo selametiya jiyana welatiyan û parastina jînge bi amadebûna aliyên peyvendîdar ên deriyê sînor ê Başmaxê ew tankerane ji Îranê re hatin vegerandin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.