Usame Nuceyfî, Îran li Iraqê xwedî biryara yekalîkirinê ye

Îdareya Îraqê di destê Îranê deye
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê Hevpeymaniya Mutehîdûn û Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî got, Îran li Iraqê xwedî biryara yekalîkirinê ye.

 Cîgirê Serokomarê Iraqê  Usame Nuceyfî li Washingtona Amerîkayê beşdarî panelekê bû û derbarê geşedanên siyasî yên li Iraqê de gotarek pêşkêş kir.

 Usame Nuceyfî wiha got: “Îran dewleteke dest dirêje û li Iraqê li ser biryaran xwedî bandor e, û destê wê di nav hemû biryarên Iraqê de heye.

 Îranê li Iraqê li ser partiyên siyasî, milîsên çekdar karigeriyeke eşkere heye û di bin kontrola wê de ne.

Dixwaze Iraqê bike korîdoreke Sûrî û Lubnanê. Ev xewna Îranê ya kontrolkirina hemû rojhilata Erebî ye.”

 Nuceyfî amaje bi wê yekê jî kir ku Bexdayê li hemberî Kurdistanê hevpeymaniyeke navnetewî saz kiriye û got jî hinek alî dixwaze biçin nav Kurdistanê û dest bi ser de bigirin û bajarê Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetînin û lê ew yek li dijî destûra bingehîn e.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.