Netanyahu hişdariyeke tund dide Îranê

Îsraîl bibêje rê nade Îranê daku li Sûriyayê xwe bihêz bike
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje em rê nadin Îran li nêzî sînorên Îsraîlê baregehên leşkerî ava bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser pêgeha xwe ya li Twitterê peyamek nivîsiye û hişdariyeke tund daye rejîma Îranê.

Netanyahu di twitta xwe de nivîsandiye;  Em weke Îsraîl bi ti awayî rê nadin ku rejîma Îranê li nêzî sînorên Îsraîlê di nava axa Sûriyayê de bingeh û baregehên leşkerî ava bike.

Derbarê dev jikar berdana Serokwezîrê Libnanê de jî Netanyahu nivîsandiye ku; Dev ji kar berdana Herîrî zingila metirsiyê ye bo cîhanê û lazime cîhan pêşî ji hejmûna Îranê bigre.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.