Siûdiye: Vê Îran bêyî bersif nemîne

Siûdiye gefan li Îranê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Ajansa nûçeyan ya Erebistana Siûdî SPA ragihand, Erebistana Siûdî êrîşa mûşekî ha Husiyên Yemenê hemberê Mekkeyê wekî kiryarek şer pênase dike û berpirsiyarê vî karî jî Komara Îslamî ya Îranê dibîne. Girêdayî vê, Erebistana Siûdî diyar dike ku, dûr an nêzîk dê bersîva Îranê bide.

Di daxûyaniyê de tê gotin ku, “Dabîn kirina mûşekan bo Husiyên Yemenê dijî biryara 2216an a Neteweyên Yekbûyî ye û destê Îranê di vî karî de heye, destwerdan û ev yek têkbirina ewlehî, aştî û aramiya deverê, herweha cîhanê ye.’’

Erebistana Siûdî berpirsiyarê dabîn kirina jiyana ewle, aştiyane û aram a hemwelatiyên xwe ye. Erebistana Siûdî di dema gûncav de dê bersîva van kiryarên Îranê bide, ku yasayên navdewletî ev maf dan e”.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.