QSD'ê û ASA yê term û hêsîrên xwe guhertin

HSD û ASA dîlên xwe lihev diguherin
کوردستان TV
100%

 

Hat ragihandin ku Quwetên Sûriya Demokratîk û Artêşa Sûriya Azad (ASA) dilgirtî û termên xwe guhertin.

Berpirsê pêwendiyên derve yê Artêşa Azad Se'ed Tîba ji ajanseke opozisyona Sûryê re got: "Quwetên Sûrya Demokrat beramberî dîlekî xwe, serkirdeyekî me li gel 10 termên şervanên Artêşa Azad radestî me kirin."

Li gorî wî serkirdeyê opozisyonê, ew dîl û kuştî di şerê gundê Ên Deqna de ketbûn di destê QSDê de.

Berî niha jî Artêşa Azad ragihandibû, ku danustandin di navbera wan û QSDê de hene ji bo radestkirina dîlan û terman, lê HSD hîn ti zanyarî li ser wê yekê belav nekiriye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.