Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê bigire

wezîrê berevaniya Îsraîlê hişdarî dide Îranê
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Berevaniya Îsraîl: Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê bigire.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avîgdor Lîberman ragihand, Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê li Rojhilata Navîn bi taybet li derdora sînorên xwe bigire.

Wezîrê Berevaniya Îsraîl Avîgdor Lîberman, duh piştî ku serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî dest ji kar kişand, daxuyaniyek da û ragihand, îstifaya serokwezîrê Lubnanê nîşan dide ku Îran û Hizbullah bi temamî Lubnan zeft kirine, ev jî bo Îsraîl û deverê metirsîdar e.

Avîgodar Lîberman her wiha got, Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê û hevpeymanên wî welatî li Rojhilata Navîn bi taybet li derdora Îsraîlê bigire. Ji ber ku Îran û hevpeymanên wê bûne sebeba nîgeranî û fikaran.

Wezîrê Berevaniya Îsraîl anî ziman ku Îranê hejmoniya xwe li Sûriye û Lubnanê jî bihêz kiriye her wiha şirîta Xeze ya Filistînê jî kontrol kiriye û pêwendiyên Hemas û Cîhada Îslamî û Îranê gelekî bihêz bûne.

Serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî duh piştî ku bi şêwirmendê Xaminêyî Elî Ekber Vilayetî re hevdîtin kir, dest ji kar berda û ragihand, ew êdî nikare ji ber hejmoniya Îran û Hizbullahê li Lubnanê kar bike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.