Dadgeha Madrîdê biryara girtina heşt wezîrên Katalonyayê da

dadgeha Spanyayê biryara girtinê bo hin wezîrên Katalonî der kir
کوردستان TV
100%

 

 

Hikûmeta Îspanyayê heşt wezîrên Katalonyayê ji karî derêxistin, Dadgeha Madrîdê biryara girtina wan da.

Birêvebiriya Îspanyayê bi Qanûna 155. a Makeqanûna wî welatî parlamentoya Katalonyayê fesh kir.

Hikûmeta Îspanyayê heşt wezîrên Katalonyayê ji karî derêxistin, Dadgeha Madrîdê biryara girtina wan da.

Li Katalonyayê ji bo serxwebûnê referandûm hatibû kirin. Ji beriya encamên referandûmê bêne eşkerekirin wezîrê berê yê Katalonyayê Santi Vilayî dest ji karê xwe berdabû. Dadgeha Madrîdê ji wezîrên Katalonyayê bi tenê biryara serbestberdana Santi Vilayî da. Vilayî 50 hezar Euro wek kefaret da.

Serokê Herêma Xweser ya Katalonyayê Carles Puigdemont û 7 wezîr bi sûcên “cidaxwazî, zimmetkirina çavkaniyên darayî yên dewletê, bikarhînana ne di rê de ya erkên xwe” têne sûcdarkirin. Li gor qanûnên Îspanyayê bi van sûcan 8, 15 an 30 sal cezayê girtinê tê dayin.

Di yekê Çiriya Pêşiyê de, li Katalonyayê ji bo serxwebûnê referandûm hatibû kirin û polîsên Îspanyayê ji bo astengkirina referandûmê mûdaxeleyî dengdêran kiribûn. Bi mûdaxeleyê nêzîkî 900 kesan birîndar bûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.