Serokê Rûsya geheşt Tehranê

vê Rûsya û Îran çend rêketinan îmze bikin
کوردستان TV
100%

 

 

Li gor raporta çapemeniya Îranê serokê Rûsya Vladimir Putin geheşt Tehranê û li balefirgeha navnetewî ya Mêhrabad ji aliye wezîrê darayî yê Îranê ve hate pêşwazî kirin.

Piştî kabîneya 12 ya hikûmeta Îranê, yekem care sefera Putin bo Tehranê pêktê û di dema serokatiya xwe ya Rûsya de jî sêyem care serdana fermî bo Tehranê dike.

Şandeke leşkerî ya rûsî jî bi serokatiya serfermandarê Rûsya li Tehranê ye û li gel serfermandarê Îranê dê bicive. 

Biryare îro rûniştina sê alî ya Îran, Rûsya û Azerbeycanê ve bi armanca bihêz kirin û pêşxistina alîkariyên di navbera xwe û li gel Tehranê bidin destpê kirin. 

Biryare di hevdîtina sê alî de rêkeftin û Peyman derbarê bingehên rê û hatûçûna şemendefer li çarçoveya projeya başûr bo bakûr û pêdeçûn bo rêkeftinên transît hatûçûnê pêngav bên avêtin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.