Îran û Heşda Şebî dixwazin çiyayê Şingalê zeft bikin

Israîl li dijî vê yekêye ku heşda şebî û Îran li Şingalê bûna wan hebe
کوردستان TV
100%

 

 

Îran dixwaze bi rêya Heşda Şebî çiyayê Şingalê dagîr bike. Vekolerekî Îsraîlî jî dibêje, eger wisa bibe ewlehiya Îsraîlê dikeve metirsiyê.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şebî û pasdarên Îranê ve, Şingal û deverên din yên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ketin destê Heşda Şebî û pasdarên Îranê.

Li gor psporên steratejîkî Îran dixwaze bi rêya Heşda Şebî çiyayê Şingalê jî dagîr bike û xwe bigihîne girê Çil Mêra, ku bilindtirîn girê çiyayê Şingalê ye.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, çiyayê Şingalê hîn di destê hêzên Pêşmerge de ye lê hêzên Heşda Şebî hewl didin wir bixin destê xwe lê Pêşmerge nahêle.

Qasim Şeşo her wiha gotiye, çiyayê Şingalê cihekî gelekî stratejîke lewma her dijminê ku derbasî devera Şingalê bibe zû çavên xwe berdide çiyayê Şingalê.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî diyar dike ku Sedam Husên di dema şerê kendavê de li ser çiyayê Şingalê çend mûşek avêtibû Îsraîl ji ber wê jî eger ew çiya bikeve destê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê, ewlehiya Îsraîlê dikeve metirsiyê.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.