Rûhanî: Em guh nadin we û em ê hilberîna xwe bidomînin

Îran û Amerîka gefan li hev dikin
کوردستان TV
100%

 

Serokomarê Îrana Hesen Rûhanî di televizyona dewletê de ragihand, Îran dê di hilberîna moşekan de berdewam be û îddia kir ku ev yek hevpeymanên navnetewî binpê nake.

Ji hêla din ve di dengdana li meclîsa nûneran a Konresa Amerîkayê de pêşnûmaya ku bernameya Îranê ya moşekên balîstîk û menzîldûr hedef digirt li hemberî 2 dengên Na 423 hatibû erêkirin.

Herwiha serokê Amerîkayê Donald Trump di 13ê cotmehê de li hemberî stratejiya nû ya Îranê ragihandibû ku dê li hember vê helwesta Îranê xebatên nû bêne dest pê kirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.