Tillerson: Cîhê Beşar Esad di pêşeroja Sûriyayê de tuneye

amerîka dibêje ti cîheke beşar esed di pêşeroja sûriyayê de tuneye
کوردستان TV
100%

 

 

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku ewê ti rola Beşar Esad û malbata wî di pêşeroja Sûriyeyê de tune be.

Tillerson li Cenevre ya Swîsrê diyar kir ku Amerîka, Sûriyeke yekgirtî dixwaze ku li ser hikûmeta wê de Beşar Esad tuneye.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku desthilata malbata Esad bi dawî dibe û diyar kir ku mijara sereke çawa bidawîkirina wê desthilatê ye.

Tillerson li Cenevrê bi Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffen de Mistura re kom bû û derbarê pêşveçûnên dawî yên Sûrîyê hevdîtin kir.

Li ber e ku Mistura, di hefteyên pêş de bi pêşengiya NY danûstandinên aştîyê jinûve bide destpê kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.