General McMaster: Çi qas karê qirêj hebe tiliya Îranê di nav de ye

amerîka dibêje destê Îranê di nava her kareke qirêj ya Rojhilata Navîn de heye
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Raymond McMaster di axaftina xwe de ragihand ku li herêmê çi qas karekî ne paqij hebe tiliya Îranê di nav de ye.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê H. R. McMaster di axaftina xwe ya televîzyona El Hurraya erebî de got: Li quderê pirsgirêk, şîdet, wêranî û di nava civakê de fitne hebe tiliya Îranê têde ye.

Raymond McMaster di berdewamiya axaftina xwe de got: Li herêmê tiliya Îranê di hemû kare qirêj de heye. Li hemberî kurdan jî heman polîtîka hat meşandin. Îran pirsgirêkên navxweyî yên kurdan bi kar tîne.

McMaster di dirêjiya axaftina xwe de got: Îran pirsgirêka kurdan a navxweyî û cudatiyên wan bi ser ewlehiya Iraqê ve bi kar tîne. Tehranê piştî referandûma Kurdistanê û mirina Mam Celal Talebanî dubendiya YNKê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Bihêzbûna Îranê li herêmê ji bo Amerîkayê talûke ye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.