Netanyahu: Îsraîl dê nehêle Îran li Sûriyê navendên serbazî ava bike

Îsraîl planên xwe amade dike
کوردستان TV
100%

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dibêje, Îsraîl nahêle Îran li Sûriyê navendên serbazî ava bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îro li paytext Tel Avîvê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergey Şoygo kir.

Li gorî agahiyan, Netanyahu û Şoygo herî zêde li ser rewşa Sûriyê û hebûna hêzên Îranê li wî welatî gotûbêj kirine. Netanyahu ji Wezîrê Berevaniya Rûsya re gotiye ku Îsraîl hebûna Îranê li Sûriyê tehemul nake û nahêle Tehran li Sûriyê navendên serbazî ava bike.

Netanyahu behsa rêkeftina etomî ya Îranê jî kiriye û gotiye, eger guhertin di wê rêkeftinê de neyê kirin Îran dê herî dereng heta 10 salên din çekên etomî çêbike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.